Otombîleke lîstikvanên yaneya Qamişlo Sport rastî bûyereke çûnûhatinê hat

Otombîleke lîstikvanên yaneya Qamişlo Sport rastî bûyereke çûnûhatinê hat

Welat TV - Hewlêr 

Otombîleke lîstikvanên yaneya Qamişlo Sport rastî bûyerke çûnûhatinê hat, û hin lîstikvan birîndar bûne.

Bûyer li ser rêya M4 li nêzîkî gundê Til Irbîd li gundewarê Hesekê çêbû, di encamê de li gor agahiyên Welat TV 5 lîstikvan bi birînên cuda birîndar bûne.

Li gor zaniyariyan, birîndar bo nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo hatine veguhestin.

Yaneya Qamişlo sport di daxuyaniyek belav kir û got ku rewşa lîstikvanên wê ya tenduristî cîgîr e, û tenê bi sivikî birîndar bûne, û da zanîn ku rewşa lîstikvanan bi giştî baş e.