Zarokek li Til Temirê bû qarbaniya teqîna mayînekê

Zarokek li Til Temirê bû qarbaniya teqîna mayînekê

Welat TV - Hewlêr

Zarokek li bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna paşmayeke şer de birîndar bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro ragihand, zarokekî 14 salî di teqîna mayînekê de li bajarokê Til Temirê yê di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de birîndar bû.

Li gorî amarên rewangehê, ji destpêka salê ve 102 sivîl di nav de 21 jin û 31 zarok di encama teqîna paşmayên şer de hatine kuştin û 117 di nav de 13 jin û 60 zarok birîndar bûne.

Rewangehê diyar kir, paşmayên şer bi şêweyekî berfireh li seranserê Sûriyê belav dibin, teqîna wan dibe sedema ketina qurbaniyan, di demekê de ku rêxistin û desthilatên xwecihî bi berpirsyaretiya xwe di rakirina wan de ranabin.