Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê: 150 malbat di bin avê de man

Welat TV - Hewlêr

Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê, Ciwan Îso ji Welat TV re da zanîn ku baran û lehiyên duh bi şevî nêzîkî 150 malbatî di bin avê de hiştin.

Îso da zanîn ku, barîna zêde ya baranê, ziyanên mezin gihandin kon û cihên niştecîbûna koçberkiriyên Serê Kaniyê li kampa Waşokanî û rewşa malbatên koçberkirî li kampan xerabtir kir.

Ciwan Îso diyar kir ku şeveke zehmet û dijwar di ser koçberkiriyan re derbas bû, nêzîkî 150 malbatî di nava ava lehiyê de man, û kelûpelên wan êdî nayên bikaranîn.

*"Divê hemû vegerin"

Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê, Ciwan Îso got ku doseya koçberkiriyan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê paşguhkirî ye, û divê aliyên berpirsê bi erkê xwe rabin da ku lezbûnek di vegera koçberkiriyên Serê Kaniyê de were kirin û vê zivistanê tu kes di bin konan de nemîne.