Barrack: Hatina weberhêneran bo Sûriyê zehemt e
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack da zanîn ku hatina weberhêneran bo Sûriyê gelekî zehemt e û nebûna seqamgêriyê rêgiriyê li weberhênanê dike.
Tom Barrack di hevdîtinekê de li ge kenala CNN a Emerîkî behsa rewşa Sûriyê kir û got: Sûriyê niha ne welatekî berhemdêr e û nû ji lîsta welatên piştevan ji terorê re hatiye derxistin.
Barrack da zanîn: Sîstema bankî ya Sûriyê fêrî hevkariyê nebûy, û sizayan hişt ku rewşa banka navendî herdem ne cêgîr be û hîn bi temamî ne berdest e.
Tom Barrack diyar kir ku piştevaniyeke rasteqîne ji pereyên Sûriyê re tune ye û bi sedan milyar dolar qerz li ser Sûriyê hene.
Barrack behsa rewşa navxweyî li Sûriyê jî kir û got: Pirsgirêk di tevlîkirina Elewî, Kurd û Durziyan herweha çekdarên biyanî de di nava dewletê de heye lewma hatina weberhêneran bo wê nepêkan e.
Derbarê tevgerên Israîlê li başûrê Sûriyê, Şandiyê Emerîka got: Serkirdayetiya Sûriyê karekî baş dike ku tu bersivên leşkerî li dijî Israîlê nade û asta girjiyan bi Israîlê re bilind nake.
Li gorî, Barrack, Israîl bi zelalî tekeziyê li ser doseya parastina sînorê xwe dike û ew kar dikin ji bo pêkanîna aramiyê di navbera Sûriyê û Israîlê de.