Di lehiyên Sûriyê de 7 kes mirine û 4 kes wendayî ne

Di lehiyên Sûriyê de 7 kes mirine û 4 kes wendayî ne

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Hawarçûn û Birêvebirina karasatan ê Sûriyê Raid Salih ragihand ku di sê rojên bûrî de 7 kesan 5 ji wan zarok in di lehiyan de canên xwe ji dest dane her weha 4 kes wendayî ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Raid Salih got jî, tîmên wezaretê di dema van 3 rojan de 550 bersivdanên meydanî ji lehiyan re encam dane, li her yek ji parêzgehên Hesekê, Dêra Zorê, Reqa, Heleb, Laziqiyê, Hims û Hemayê.

Wezîrê Hawarçûnê got jî, 60 sivîlên ku lehiyan ew dorpêç kiribûn hatin rizgarkirin, 350 xwendevan ji 2 dibistanan, her weha 375 malbata ji kampên Reqayê hatin derxistin û bersiva rewşên cuda li 7 kampên gundewarê Heleb û Idilê hat dane.

Raid Salih diyar kir jî, tîmên wan 150 otombîl ku di nav avê de asê mabûn kişandin û 100 cih li ser rêyên sereke hatine vekirin.