Libnanê 139 Sûrî girtin
Welat TV - Hewlêr
Artêşa Libnanê ragihand, hêzên wan 139 welatiyên Sûriyê li ser sînor girtin.
Artêşa Libnanê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan di operasyonekê de 139 welatiyên Sûrî ku dixwest bi qaçaxî derbasî Libnanê bibin girtin.
Di daxuyaniya xwe de artêşê tu zaniyarî li ser wan kesan nedane, û daye zanîn ku lêkolîn berdewam in