Hikûmeta Sûriyê jinavbirina şaneyeke DAIŞê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê jinavbirina şaneyeke rêxistina DAIŞ a terorîst li Dêra Zorê ragihand.
Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê îro di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê bi hevkarî li gel istixbaratên giştî şaneyeke DAIŞê li Dêra Zorê ji nav bir.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew şane ji 2 kesan pêk dihat û destên wan di zincîrek karên terorî de li Dêra Zorê hebûn, herî dawî armanckirina endamekî wezareta berevaniyê li bajarê Meyadîn.
Ewlehiya navxwe da zanîn ku di operasyona jinavbirina şaneyê de, hin çek û teqemenî hatine desteserkirin û lêkolîn bi girtiyan re tê kirin.
Ajansa Sana jî li ser zarê jêderekê ji istixbaratên giştî da zanîn ku pilana êrîşeke terorî li ser parzûngeha Himsê hatiye têkdan, beriya wê nûçeyê, Sana ragihandibû ku pilana êrîşî parzûngeha Banyasê li parêzgeha Tertûsê hatiye têkdan, piştre nûçeya xwe guhert û got ew pilan li dijî parzûngeha Himsê bû.
Di dema dawiyê de, êrîşî hêzên hikûmetê, hêl û westgehên xaz û petrolê li Sûriyê hat kirin û ziyanên canî û madî çêbûn.