Mûşekek li Hemsê ket û dengên teqînan li Der’a û Siwêda hatin bihîstin

Mûşekek li Hemsê ket û dengên teqînan li Der’a û Siwêda hatin bihîstin
Mûşekek li Hemsê ket û dengên teqînan li Der’a û Siwêda hatin bihîstin

Welat TV - Hewlêr

Li Parêzgehên De'’a û Siwêda dengên teqînan hatin bihêstin û mûşekek jî li gundewarê Himsê ket.

Şeva bûrî paşmaya mûşekekê li devera Qisêr ya Himsê ket. Medyaya fermî ya Sûrî got ku jêdera wê mûşekê nenas e û tu ziyanên canî nehatine tomarkirin.

Hevdemê vê yekê jî balafirên şer yên Israîlê û helîkopter li esmanê gundewarê Der'ayê ta Quneytira firyan.

Derbarê teqînên Der'a û Siwêda û girêdana wan bi mûşeka li Qisêr ve jî ketî tu zaniyariyên piştrastkirî tune ne.