Kombenda Rojnamevanên Sûrî: Hilweşandina rêjîmê nayê wateya nemana berpirsayetiyê

Kombenda Rojnamevanên Sûrî: Hilweşandina rêjîmê nayê wateya nemana berpirsayetiyê
Kombenda Rojnamevanên Sûrî: Hilweşandina rêjîmê nayê wateya nemana berpirsayetiyê

Welat TV - Hewlêr

Îro 2yê Mijdarê Roja Navdewletî ya Bidawîkirina Rizgarbûnê ji Sizayên li ser Tawanên Dijî rojnamevanan e. 

Li gorî amarên Sûrî, ji Adara sala 2011an ta hilweşandina Rêjîma Esed di Berçileya 2024an de, 559 rojnamevan û ragihandkar li ser destê hêzên rêjîmê hatine kuştin. Rêxistinên pêwendîdar jî tekez dikin ku divê ev dose neyê paşguhkirin.

*Daxuyaniya Kombenda Rojnamevanên Sûrî

Di vê rojê de Kombenda Rojnamevanên Sûrî daxuyaniyek belav kir û tê de got ku dadmendî ji rojnamevanên di serdema rêjîma hilweşandî de hatî kuştin, êşkencedan û wendakirin, destkefteke niştîmanî ye û nabe di qonaxa avakirina Sûriyeya nû de, were paşguhkirin.

Got jî: "Hilweşandina rêjîma Esed nayê wateya nemana berpirsayetiyê di ber tawanan de û nabe veguhestina siyasî bibe dergehek ji bo girtina doseyên qurbaniyan".

Kombenda Rojnamevanên Sûrî tekez kir ku "divê mîkanîzmên niştîmanî û serbixwe werin pêşxistin ji bo lêkolînê di tawanên dijî rojnamevanan de û sizadana encamderan".

Her weha banga bihêzkirina hewlan kir, "ji bo eşkerekirina çarenivîsa rojnamevanên wenda û qerebokirina malbatên wan û gerentîkirina mafên wan di naskirina rastiyê de".