Semînarek li ser rûbirûbûna gotara handan û kînê li Şamê bi rê ve çû

Semînarek li ser rûbirûbûna gotara handan û kînê li Şamê bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Semînarek li ser rêyên rûbirûbûna gotara handan û kînê li Şamê hate lidarxistin ji bo çareserkirina bandorên vê diyardeya metirsîdar li ser civakê.

Di bin navê (Gotara Handan û Kînê: Di Navbera Azadiya Derbirînê û Berpirsyaretiya Yasayî û Civakî de) û bi beşdariya aliyên hikûmî, nivîskar, rojnamevan, parêzer, ekter û çalakvan, semînar bi rê ve çû.

Semînar ji aliyê saziya “Dadwerî bo Hemûyan” ve hate lidarxistin, tê de gengeşe di navbera aliyên hikûmî û beşdaran de çêbûn ji bo dîtina çareseriyekê ji gotara handan û kînê û bandorên wê yên xerab li ser civakê.

Rêveberê Karûbarên Rojnamevanî di Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê de, Umer Ehmed ji Welat TV re da zanîn ku ew gotara kînê li ser soşyal mîdya, dezgehên ragihandinê û rûpelên hin rojnamevanan dibînin, rola wezareta ragihandinê dê çavdêrî, şopandin û pêşwaziya giliyên li dijî binpêkirinan be.

Umer Ehmed got jî: Hejmarek rêkar an siza yên taybet dê hebin û dê rahênankirin jî hebe ku pêdvî bi rahênankirina rojnamevanan li ser rewiştên karê rojnamegerî heye û dibe di pêşerojê de siza bigihin rawestandina karê kesên ku wê gotarê belav dikin bi awayekî demkî

Gotara handan û kînê li Sûriyê di demên bûrî de, bû sedema şer û girjiyan li gelek deveran Sûriyê ku tê de bi hezaran kes bûne qurbanî, hîn jî bandorên wê yên xerab li ser civakê diyar in, rêxistinên mirovî û mafnasî hişyariyê ji berdewamiya vê gotarê didin û dibêjin ku ew ê ziyanên mezin bigihîne civakê di pêşerojê de.