Zêdetirî 2000 kesî ji destpêka salê ve li Sûriyê hatine kuştin

Zêdetirî 2000 kesî ji destpêka salê ve li Sûriyê hatine kuştin

Welat TV - Hewlêr 

Li gorî belgekirina Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ji destpêka salê ve li Sûriyê zêdetirî 2 hezar kes hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan di raportekê de ragihand ku ji destpêka vê sala 2026an ve li seranserî Sûriyê 2 hezar û 635 kes di bûyerên kuştin, operasyonên leşkerî û teqîna paşmayên şer de hatine kuştin.

Rewangehê diyar kir ku ji nav wan 1818 Sivîl in, bi rêjeya 69 ji sedî ji rêjeya giştî ya kuştiyan, her weha 817ên din ne sivîl in.

*Hejmara kuştiyan jî weha belav dibe:

*Ji Beçileyê ta Nîsanê, wate di heyama 4 mehên destpêkî yên vê salê de 755 Sivîl li deverên cuda yên Sûriyê hatine kuştin.

*Di mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê de jî, 591 sivîl hatine kuştin.

*Di Tebax, Êlûn û Cotmehê de jî 472 Sivîl di bûyerên cuda de li seranserî Sûriyê hatine kuşti.

*Rewangeha Sûrî bang li aliyên navdewletî dike

Rewangeha Sûrî bang li aliyên pêwendîdar yên Sûriyê kir ku lêkolînên serbixwe û zelal derbarê tevaya bûyerên kuştinê de vekin, ji bo gerentîkirina mafên qurbanî û kesûkarên wan.

Rewangeha Sûrî her weha bang li Civaka Navdewletî û Netewên Yekbûyî û aliyên mafnasî yên pêwendîdar kiriye ku hewlên belgekirin û şopandina rewşa mafên mirovan li Sûriyê bişopînin, û piştgiriya mîkanîzmên sizadanê bikin.