64 ton ji genimê (Dûma 1) gihiştin devera Cizîrê

64 ton ji genimê (Dûma 1) gihiştin devera Cizîrê

Welat TV - Hewlêr

64 ton ji genimê hişk ji curê (Dûma 1) gihiştin devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo demsala çandiniyê.

Parêzgeha Hesekê îro ragihand ku beşê yekem ji genimê başkirî (Dûma 1) gihişt saziya zêdekirina tov di çarçoveya amadekariyên demsala çandiniyê de.

Genim ji aliyê endamê nivîsgeha bicîkar a Hesekê ji bo karta çandiniyê Ebdilrehîm Elî û rêveberê saziya zêdekirina tov Şiyar Mi´o ve hate wergirtin.

Parêzgehê diyar kir ku di rojên bên de hin genimê din digihe saziya zêdekirina tov ji bo peydakirina pêdviyên demsala çandiniyê û pişrgiriya piroseya berhemanînê.

(Dûma 1) curek genim e xwedan berhemeke zêde ye ku di navbera 7 ta 8 tonan de ye ji her hiktarekê re û bergiriya wî ji nexweşiyan re baş e.