30emîn salvegera şehîdbûna herdu serkirdeyên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif

30emîn salvegera şehîdbûna herdu serkirdeyên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif

Welat TV - Hewlêr

Îro, 3yê Mijdara 2026an, 30 sal di ser şehîdbûna herdu serkirdeyên Kurd, Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif re derbas dibin.

Di 3yê Mijdara 1996an de, herdu serkirdeyên Kurd, Kemal Ehmed Derwîş, Sekretêrê giştî yê berê yê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û Şêxmûs Yûsif Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, di dema vegera wan de ji bajarê Hesekê, ku bi erkekî fermî derbarê Sermijêriya Awarte çûbûn, rastî bûyereke çûnûhatinê hatin û di encamê de şehîd bûn.

*Zaniyariyan xebatkar Kemal Ehmed Derwîş:

*Şehîd Kemal Ehmed Derwîş li Serê Kaniyê di sala 1939an de, ji dayik bûyê

*Derçûyê Kolêja Yasa ji Zanîngeha Helebê ye.

*Di sala 1958an de, tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê bû.

*Di 1977an de bû Endamê Komîteya Navendî û di sala 1979an de, bû Sekretêrê Giştî.

*Di xula 5an a Perlemana Sûriyê de, bû endamê Perlemanê.

*Di sala 1995an de, bû Emîndarê Giştî yê PDK-Sê.

*Zaniyariyan xebatkar Şêxmûs Yûsif

*Şehîd Şêxmûs Yûsif li gundê Qetraniyê yê gundewarê Dêrikê, di sala 1948an de, ji dayik bûyê

*Di Sala 1965 de, tevlî refên Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê bû.

*Di 1987an de, bû Endamê Komîteya Navendî.

*Di 1993an de bû Endamê Polîtbîroya Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê.