Mustefa Ebdî bo Welat TV: Sibe 847 malbat vedigerin Serê Kaniyê
Welat TV - Hewlêr
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê û Encûmena Gel Mustefa Ebdî ragihand ku sibe Çarşemê 4ê Mijdara 2026an, karwanê 7emîn ê koçberkiriyan ku ji 847 malbatan pêk tê vedigere cih û warê xwe li Serê Kaniyê.
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê û Encûmena Gel Mustefa Ebdî di daxuyaniyekê de ji Welat TV re ragihand ku, sibe Çarşemê beşê yekem ji karwanê 7emîn ê malbatên koçberkirî dê vegere warê xwe li Serê Kaniyê û beşê duyem jê dê roja pênşemê bi rê keve.
Biryar bû ku ev karwan roja 27ê meha bûrî vegeriyaba, lê veger hate paşxistin.
Li gorî Komîteya Koçberkiriyên Serê Kaniyê paşxisitin ji bo temamkirina rêkar û amadekariyên pêwîst bû, da ku vegera koçberkiriyan bo warê wan gerantîkirî be.