Alavên pizîşkî yên şuştina gurçikan û taqîgehan gihştin Hesekê

Alavên pizîşkî yên şuştina gurçikan û taqîgehan gihştin Hesekê

Welat TV - Hewlêr

Alavên pêşketî yên şuştina gurçikan, pakirinê û taqîgehan gihştin rêveberiya tendirustiya Hesekê.
 
Rêveberiya ragihandina Hesekê ragihand, di çarçoveya başkirina karta tendirustiyê li parêzgeha Hesekê, Wezareta Tendirustiyê alvên pêşketî radestî rêveberiya tendirustiya Hesekê kir.

Rêveberiyê got jî, di nav alîkariyan de, alavên pêşketî yên şuştina gurçikan, alavên pakirinê her weha alavên taybet bi taqîgehan hene.

Xelkê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji ber nebûna alavan, bi gilî û gazin in, nexweş neçar dibin berê xwe didin parêzgehên din wek Heleb û Şamê û ev yek jî têçûnên wan zêde dike û barê wan giran dike, û bi anîna van alavan bo Hesekê beşek ji pirsgirêkan wan çareser dibe.