Şêx Meqsûd.. 2 birayên Kurd di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin
Welat TV - Hewlêr
Du birayên Kurd, di êrîşeke çekdarî de li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatine kuştin.
Hisên û Ebdo Reşad Osman, li taxa Şêx Meqsûd a Kurdnişîn li Helebê di êrîşekê de hatin kuştin.
Li gorî zanyariyan, du çekdarên li ser motorekê ew gulebarankirin û reviyan. Herdu bira bo nexweşxaneya Eşrefiyê hatin veguhestin lê di rê de canên xwe ji dest dan.
Ebdo 31 salî ye û xêzandar û bavê 3 zarokan e, û Hisên jî 27 salî ye, ji xelkê gundê Me’mila yê navçeya Raco ya Efrînê ne. Termên wan li Eşrefiyê hatin veşartin.
Ta niha kujer nehatine diyarkirin û tu daxuyaniyên fermî ji aliyê ewlehiya Helebê ve derneketiye.