Rêveberê Hesekê: Stem li Kurdan hatiye kirin û divê ENKS di Sûriyeya nû deşdar be

Rêveberê Hesekê: Stem li Kurdan hatiye kirin û divê ENKS di Sûriyeya nû deşdar be

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Rêveberê Devera Hesekê tekezî li ser hevpariyê di Sûriyeya nû de û parastina aştiya civakî kir.

Ragihandina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn, Rêveberê Devera Hesekê Mihemed Dîrar Ilêwî serdana nivîsgeha Hesekê ya ENKS kir.

Di civînê de behsa rola ENKS di nav opozisyona li dijî rêjîma hilweşandî de hate kirin. Ji aliyê xwe ve jî Ilêwî behsa stemkariyên li Kurdan hatî kirin kir, û tekezî li ser giringiya hevpariya niştîmanî û beşdariya ENKS di proseya siyasî ddi qonaxa bê de hate kirin.

Di civînê de ENKS û Rêveberê Devera Hesekê tekezî li ser giringiya parastina aştiya sivîl û bihêzkirina rola hêzên civakî û siyasî di rûbirûbûna gotara kînê de, kir.