Kirîza mazotê li Kobaniyê dijwar bûye

Kirîza mazotê li Kobaniyê dijwar bûye

Welat TV - Hewlêr

Kirîza mazotê li Kobaniyê bi hatina demsala çandinî û sermayê re, dijwar bûye û welatî bangê li aliyên peywendîdar dikin ku barê wan sivik bikin.

Jêderên Welat TV da zanîn ku her 2 rojan carekê tankereke sotemeniyê digihe Kobaniyê û carê mazotê li westgeheke mazotê belav dike.

Jêderan diyar kir ku piştî 2 demjimêran ji welatiyan re tê gotin ku mazot bi dawî bûye.

Ji ber vê yekê welatî rastî astengiyên mezin tên û mazotê ji bazara reş bi nirxên giran dikirin ku digihe derdora 20 hezar lêreyên Sûrî yên kevin, di demekê de ye ku nirxê mazotê li westgehan derdora 17 hezar û 500 lêreyên Sûrî ye.

Welatiyên Kobaniyê bangê li aliyên peywendîdar dikin ku mazotê bi nirxên guncaw peyda bikin û barê wan sivik bikin.