Perlemana Kurdistanê civiya
Welat TV - Hewlêr
Perlemana Kurdistanê civiya û desteye serokatiya perlemanê tê hilbijartin.
Îro perlemana Herêma Kurdistanê bi amadebûna 52 perlmanteran civiya.
Di civîna perlemanê de, dengdan tê kirin ji bo hilbijartina desteya serokatiya perlemanê.
Di vê derbarê de, Serokê Dîwana Parlamentoya Kurdistanê Erdalan Sersipî ragihandibû: "Amadebûna 51 perlamenteran ji koka 100, ji bo bidestxistina rêjeya yasayî bes e û rûniştin rewatiya xwe ya yasayî wergire".
Xula Şeşem a Perlemana Kurdistanê ji dema ragihandina encamên hilbijartinê ve, rastî astengiyên siyasî û yasayê hatiye, nexasim di destnîşankirina serok, cîgir û sekreterê nû.