Ciwanek di çemekî bajarê Tirbespiyê de mir: Xweşî bû şîn
Welat TV – Hewlêr
Li gundewarê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê duh 24ê Gulanê, ciwanek di çemekî de bin av bû û jiyana xwe ji dest da.
Çalakvanan li ser torên civakî belav kirin: Zafir Mihemed di roja înê de berê xwe da çemê Mizgeft li bajarê Tirbespiyê, lê seyran û xweşî li wan bû şîn û girî.
Çalakvanan diyar kirin: Zafir Mihemed dema avjenî dikir, bin av bû û piştî hat derxistin û rizgarkirin li nexweşxaneyeke Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da.
Çalakvan Fener Mehmûd, dîmenên pêşwazîkirina termê li pêş mala wî belav kirin, tê de bi sedan ji malbat, kesûkar, dost û cîranên wî bi girî û şîn termê werdigirin.
Zafir Mihemed bi xwe ji şêniyên taxa Cumaya ya Qamişlo ye, û ji pêkhateyên ereban e.