Welatiyekî Qamişlo piştî 16 mehan ji windabûnê vegeriya mala xwe

Welatiyekî Qamişlo piştî 16 mehan ji windabûnê vegeriya mala xwe
Hoşeng Eyûb

Welat TV - Hewlêr

Welatiyekî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, piştî 16 mehan ji windabûnê, vegeriya mala xwe.

Jêderên xwecihî dane zanîn: Hoşeng Eyûb, di 16ê Adara 2023yan de li Turkiyê winda bû, duh 25ê Hezîranê vegeriya mala xwe li Qamişlo.

"Ji Elmaniya vedigerî"

Jêderan gotin: Li taxa Ekseray a Stanbolê dema bi serdan ji Elmaniya vedigeriya winda bû û zanyariyên wî hatin birîn.

Malbatê li ser torên civakî diyar kir: Ew di zîndaneke artêşa niştîmanî ya oposizyona Sûrî de bû, pitî salek û 4 mehan, hat berdan û vegeriya mala xwe.

Malbatê wêne û dîmenên gihiştina wî bajarê Qamişlo û pêşwazîkirina wî belav kirin, tê de keyfxweşiya xwe derdibirînin.

"Li Girê Spî girtî bû"

Li Gorî agahiyan, Hoşeng li bajarê Girê Spî girtî bû, ku ew bajar ji sala 2019an ve ji destê Rêveberiya Xweser a PYDê derketiye û ketiye di bin destê Turkiyê û çekdarên oposizyona Sûrî.