li Ezazê teqînekê rû da
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê, teqînekê rû da, di encamê de çend ji "Polîsên Sivîl" li ser rêbenedê birîndar bûn.
Jêderên xwecihî eşkere kirin: "Derdora demjimêr 3:30 piştî nîvro teqînê li ser rêbenda "Elşat" li bajarê Ezazê rû daye, ta niha hejmarek ji Polîsên Sivîl birîndar in".
Jêderan dane diyarkirin: "Otombîleke bombirêjkirî, li ser rêbendê teqiyaye, lê nasname ne diyar e".
Kenala "Heleb Elyom" ya oposizyona Sûriyê xuya kir: "Kesek birîndar bûye, 3 ji polîsan birîndar in, otombîla teqîyaya, cilûberg bar kiribû".
Bajarê Ezazê, li Bakurê Helebê ye, 50 K.M ji bajarê Helebê dûr e, ji sala 2012an ve di bin destê oposizyona Sûriyê de ye, "Polîsên Sivîl" beşek ji çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya "Hikûmeta Sûriya Demkî" ye.