OCHA: Pêwîstiya 4.8 milyon kes li Bakur Rojavayê Sûriyê bi alîkariyan heye
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Neteweyên Yekgirtî ya Hevrêzkirina Karûbarên Mirovan (OCHA) di raportekê de ragihand ku 3.6 milyon kes di bin hêla nebûna ewlekariya xwarinê de li Bakur Rojavayê Sûriyê dijîn.
Li gorî raportê, hejmara derbideran li Bakur Rojavayê Sûriyê gihîştiye 3.55 milyon kesan, jê 2.4 milyon derbiderî li Bakurê Helebê ne, 1.15 milyon derbiderî li Idlibê û derdora 1.53 milyon derbiderî jî li 1.539 kamp û cihên ne fermî dimînin.
OCHA da zanîn, pêwîstiya 4.8 milyon kes bi alîkariyên mirovî heye, 3.6 milyon kes jî di bin hêla nebûna ewlekariya xwarinê ya tund de dijîn û pêwîstiya wan bi alîkariyên bilez heye.
Diyar kir, pêdviyên mirovî yên derbideran zêde dibin, 79% ji kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye jin û zarok in.
OCHA amaje kir, pêwîstiya 175 hezar û 945 kesan li Serê Kaniyê û Girê Spî yên di bin kontirola grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî de bi alîkariyên mirovî heye.
Li gorî raportê, ji destpêka salê ve ta 12 Tîrmehê, 407 barhilgirên barkirî bi alîkariyên mirovî (375 bi rêya dergehê Bab El-Hewa û 32 bi rêya dergehê Bab El-Selam re) derbasî Bakur Rojavayê Sûriyê bûne.