Nêzîk 3 hezar rewşên gumanbar ên Kolêrayê li Bakurê Rojavayê Sûriyê hatin tomarkirin
Welat TV - Hewlêr
Hejmara rewşên gumanbar ên nexweşiya Kolêrayê ku li Bakurê Rojavayê Sûriyê hatine tomarkirin, bo zêdetirî 186 hezar rewşî biind bû.
Tora hişyariya bilez û bersivdana Petan di raporta xwe ya heftane de ragihand, 2896 rewşên gumanbar bi Kolêrayê li Bakurê Rojavayê Sûriyê hatine tomarkirin, bi vê yekê jî hejmara giştî dibe 186297 rewşan.
Ji destpêka 2022yan ve, nexwşiya Kolêra bo cara yekem ji 2009an ve li hejmarek deverên Sûriyê belav bû, Rêxistina Pizîşkên bê Sînor diyar kir ku rewşa xirab ya jêrxaneya avê li Sûriyê metrsiya belavbûna nexwşiyan zêde dike.