Mayînek li Minbicê teqiya: 4 mirin û 15 birîndar in

Mayînek li Minbicê teqiya: 4 mirin û 15 birîndar in
Teqîna Minbicê

Welat TV - Hewlêr

Li gundekî bajarê Minbicê, di 11 Berçileya 2023yan, mayînek teqiya, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kes birîndar bûn.

Jêderên xwecihî eşker kirin: "Li gundê Elyalnî li rojavayê bajêr, mayînek di karkeran de, dema zeytûn diçinîn, teqiya, 3 kesan yekser jiyana xwe ji dest dan yekî din ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da, û yên din birîndar in, rewşa birîndaran zehmet e".

Rûpela "Minbic Elhedes" navê qurbaniyan diyar kir: "Zeîm Elhisên, Sumeya Hemîd, Hûriyê Hemîd û Fatme Elhisên".

Ajansên nêzîk rêveberiya PYDê tekez kirin: "19 kes bûne qurbanî, navbera kuştî û birîndaran de ne".

Bajarê Minbicê li Bakur Rojhilatê bajarê Helebê, bi 80 K.M dûr e, niha di bin destê "Encûmena Minbic a Leşkerî" de ye, ku ew jî beşeke ji "Hêzên Sûriya Demoqratîk HSDê" ye.

Tor Sûrî y Mafên Mirovan di dawîn raporta xwe de got: "Ji 2011an ve, li seranserî Sûriyê, 3353 sivîl ji mayînên çendî û paşmayên şer jiyana xwe ji dest dane".