Til Temir.. Ajokarên hêla giştî girev ragihand

Til Temir.. Ajokarên hêla giştî girev ragihand

Welat TV - Hewlêr

Ajokarên otombîlên hêla giştî (Til Temir – Hesekê) ya bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê girev ragihand.

Jêderên xwecihî îro ji Welat TV re got: "Ajokarên otubusên hêla (Til Temir – Hesekê) li garaca Til Temirê girev ragihand û banga zêdekirina para mazota taybet bi otubusên hêla giştî kir".

Jêderan diyar kir: ”Ji bilî ragihandina girevê, ajokaran rê neda otombîlên hêla taybet ku welatiyan ji garaca Til Temir veguhêsin Hesekê”.

 

Li Hesekê jî, ji ber kêmkirina para mazotê, duh bi dehan ajokarên hêla hundirîn girev ragihand.

27ê Tebaxê jî, zêdetirî 50 ajokarî weke karvedan li ser kêmkirina para mazotê, karê xwe li garaca Qamişlo rawestand.