Ciwanekî Tirbespiyê bi sedema guleyeke bêserûber jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanek di encama guleyeke bêserûber de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî dane zanîn ku Samir El-Casim dema li ser xaniyê xwe bû rastî guleyeke bêserbûser hat û jiyana xwe ji dest da.
El-Casim li ser xaniyê xwe karê mala xwe dikir û panelên enerjeya rojê pak dikrin.
Li gorî jêderan, Samir El-Casim ji Tirbespiyê ye û li bajarê Hesekê niştecî ye û mamosteyê dibistanê bû.
Zarokekî Derbêsiyê bi heman sedemê bûye qurbanî
Di 8ê Tebaxa bûrî de di encama guleyeke bêserûber de li bajarê Dirbêsiyê Mihemed Esed zarokê 14 salî jiyana xwe ji dest da.
Zarok dema li lîstikeke topa pê li bajêr temaşe dikir rastî wê guleyê hat. Piştî çend rojan ji mana di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.
Çalakvan banga danîna sînorekê dikin
Çalakvanan diyardeyên çekdarî û berdana guleyên bêsereber di nava bajar û bajarokan de şermezar dikin, û bang li "Rêveberiya Xweser" a PYDê dikin ku sînorekê ji diyardeyên çekdarî re deynin.