Rûsiya û Turkiyê gereke leşkerî li Rojhilatê Kobaniyê encam da
Welat TV - Hewlêr
Rûsiya û Turkiyê gereke leşkerî ya hevbeş li gundewarê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê encam da.
Duh 4 otombîlên leşkerî yên Rûsiya û Turkiyê serbarî du helîkopterên Rûsî ji gundê Xerîb li Rojhilatê Kobaniyê bi rê ketin û ta gundê Bendirxan li Rojavayê Girê Spî çûn.
Ev gera sêyem e ku di dema dawiyê de, navbera herdu aliyan li gundewarê Kobaniyê tê encamdan.
26 Tebaxê jî, hêzên Rûsî û Turkî gereke hevbeş li gundewarê Kobaniyê encam da.
Ev gerên hevbeş piştî nêzîkî salekê ji rawestanê tên, ku di Cotmeha sala borî de hatibûn rawestandin bê ku sedemên wê yekê werin diyarkirin.