ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar ji Efrînê kir

ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar ji Efrînê kir
ENKSê daxwaza derxistina grûpên çekdar ji Efrînê kir

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, binpêkirinên girûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî li Efrîna Rojavayê kurdistanê şermezar kirin, û daxwaza derxistina grûpan kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de, îro 16 Êlûnê, got "ji dema ku Efrîn ketiye di bin kontirola girûpên çekdar de bi piştevaniya artêşa Turkiyê (bi taybetî grûpên Emşat û Hemzat), navçe rastî zincîreke binpêkirinên hovane û rêbazkirî hatiye, û bûye sedema xirabûna rewşa mirovî, civakî, abûrî û jîngehê".

ENKSê behsa hemû cureyên binpêkirinan kiriye: "Sepandina bacên giran li ser welatiyên kurd. Desteserkirina mal û milkên wan û proseyên girtin û revandinê".

*Xwepêşandana Kaxrê

Daxuyaniyê diyar kiriye, ku Roja 15 Êlûnê "çekdarên Emşat welatiyê kurd Idrîs Ibo li gel 4 kesên din ji gundê Kaxrê revandin û li hember serbestberdana wan, daxwaza 11 hezar dolarên Emerîkî weke fidiye kir".

"Ji ber ku nikarîbûn fidiyê bidin, rastî êşkence û girtinê hatin".

Encûmena Kurdî got jî: "Jinên Kaxrê bi xwepêşandaneke nerazîbûnê derketin".

"Jin li pêş baregeha heman grûpê rastî gulebaranê hatin û hejmarek birîndar bûn, her weha gund hate dorpêçkirin".

►Her weha bixwîne: Dr. Ebdilhekîm Beşar: Tundûtujiya li dijî jinên xwepêşander ên Efrînê şermezar dikin

*Şewitandina Zevî û daristanan

ENKSê tekez kiriye ku ji destpêka Tîrmehê ve, li Efrînê şewatên berfireh û bimebest hatine tomarkirin: "Bi armanca bazirganiyê bi komir û êzingan rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê û daristanan hatine wêrankirin".

*Derxistina çekdaran

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniya xwe de, "tevaya binpêkirin û tawanên ne mirovî ji aliyê girûpên çekdar ên Itilafê ve li Efrînê", şermezar kirin.

Daxwaza destêwerdanê ji civaka navdewletî û Turkiyê bi taybetî kiriye da ku bipêkirinan rawestînin.

Hew weha daxwaza "derxistina hemû grûpên çekdar ji navçeyên niştecîbûyan û avakirina encûmenên sivîl ji aliyê şêniyên resen ve, gerentîkirina vegereke ewleh û bi romet ya welatiyan, kir.