Amnesty: Divê Emerîka alîkariyên bilez pêşkêşî Kampa Rukban bike
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Lêborîna Navdewletî "Amnesty" tekez kir ku rewş li kampa Rukban a derbiderên Sûrî gelek xerab e.
Lêborîna Navdewletî îro di raportekê de ragihand, ku "kampa Rukban a ku dikeve navçeya di bin kontrola Emrîka de, û derdora 8 hezar derbider tê de dorpêçkirî ne, rastî rewşeke xerab ji kêmbûna xwarin û avê û tunebûna xizmetguzariyên tenduristiyê tê".
Tekez kir ku "divê Emerîka alîkarî û piştgiriyeke bilez ji derbiderên Rukban re pêşkêş bike".
Amnesty Diyar kiriye: "Di destpêka damezrandina kampê de sala 2016an, hejmara nişteciyên wê derdora 80 hezarî bû, lê ji ber rewşa xerab piraniya wan -Tevî ku metrisî li ser jiyana wan heye- jê derketin û niha bi tenê nêzîkî 8 hezarî tê de mane".
*Rê li pêş alîkariyan girtî ye
Di raporta Rêxistinê de hatiye, ku "piraniya nişteciyên kampê ji ber tundûtujiyên Rêjîm, Rûsiya û DAIŞê derbider bûne, û gelek ji wan ji hêzên Rêjîmê cuda bûne".
Got jî: "Niha kamp ji aliyê hezên Rêjîmê ve dorpêçkirî ye û wan rê li ber gihandina alîkariyên mirovî girtine".
"Divê Emerîka bi erkê xwe rabe, û pêdiviyên giring bi lez bighîne nişteciyan".
Kampa Rukban dikeve gundewarê parêzgeha Himsê li sêgoşeya sînorî ya (Sûriya, Iraq û Urdinê), ku bi navçeya 55 KM tê naskirin.