Bi sedan binpêkirin.. Salvegera 5an a kontrolkirina Serê Kaniyê û Girê Spî
Welat TV - Hewlêr
Beriya 5 salan, Artêşa Turkiyê û grûpên çekdar ên bi ser Opozisyona Sûrî ve, her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kontirol kirin û bi hezaran malbat derbider bûn.
9ê Cotmeha 2019an, piştî vekşana Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) ji her du bajarên navbûrî, hêzên Turkiyê û grûpên çekdar derbasî wan bajaran bûn, di encamê de bi hezran kes derbider û koçber bûn.
*Bi sedan Kuştî û girtî
Di van 5 salan de, gelek binpêkirin ji revandin, girtin, talankirin û sepandina bacan li dijî welatiyên ku li Serê Kaniyê û Girê Spî mane, hatine encamdan.
Kombenda Hevdestî diyar kir ku, ji 2019an ve, 68 sivîl hatine kuştin, ji wan 7 jin bûn, û herî kêm 808 kes jî hatine girtin, 7 kes ji wan di bin êşkenceyê de hatine kuştin.
*Guhertina demografîk
Kombendê da zanîn ku zêdetirî 150 hezar kes ji Serê Kaniyê û Girê Spî hatine koçberkirin û 52 gund bi temamî ji xelkê hatine valekirin.
Hevdestî got ku 85% ji welatiyên Serê Kaniyê hatin koçberkirin û ji 70 hezar kesî bi tenê 42 kes li bajêr mane, li Girê Spî jî berê Kurd 30% û niha bi tenê çend malbat mane.
Li gorî kombendê, 3400 malbatên koçber ji deverên Sûrî di malên valekirî de, hatine bicîkirin.
Her sal welatiyên Serê Kaniyê û Girê Spî li Herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê vê karesatê bi bîr tînin û banga danîna sînorekê ji binpêkirinan re, dikin.