Hewlêr.. Penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê kargeheke keresteyn paqijkirinê damezrandiye
Welat TV - Hewlêr
Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, penaberekî ji Rojavayê Kurdistanê ji sala 2020an ve, kargeheke çêkirina madeyên paqijkirinê damezrandiye.
Di karegehê de, bi dehan karmend ji penaberên Rojavayê Kurdisanê û welatiyên Herêma Kurdistanê, kar dikin.
3 hêlên berhemanînê di kargehê de hene, lê hêla sereke ya berhemanîna “Lodalînê” ye.
*Berhem diçin Rojavayê Kurdistanê
Birêvebirê kargehê "Eymen Sebrî Ebas" ku xelkê bajarê Qamişlo ye, ji "Welat Tv" re got ku berhemên kargehê li hemû parêzgeh û bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê belav dibin, her weha bo Rojavayê kurdistanê jî tên şandin.
Pisporê kîmiyayî yê kargehê "Bozan Hecî Mihemed" ku xelkê bajarê Kobanî ye, got: "Lodalîn di piroseyeke dirêj û hestiyar de tê çêkirin".
Kargeh mehane, nêzîkî 40 ta 50 hezar kartonê dişîne bazaran.