Dîtina Bedir Camûs derbarê Fedralî û çareseriyên siyasî yên guncaw bo Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Bi alozbûna dîmena siyasî ya Sûrî û zêdebûna astengiyên hundir û derve li pêş Opozisyona Sûrî, rola Desteya Danûstandinan a Sûrî weke laşekî siyasî ku hewl dide bigihe çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di serî de 2254, diyar dibe.
Dezgeha Welat Tv hevdîtinek li gel Dr. Bedir Camûs Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî pêk anî.
Di Hevdîtinê de Camûs behsa gotûbêjên Desteyê yên hundir û astengiyên li pêş lihevkirinê di navbera pêkhateyên siyasî de, nerînên siyasî yên cuda, û pêşeroja proseya danûstandinê bi Rêjîma Sûriyê re, kir.
Serokê Desteya Danûstandinan şêweya pêwendiyan bi aliyên navdewletî re, egerên berferehkirina Desteyê û tevlîbûna pêkhatene nû, û helwêst ji HSDê, diyar kir.
*Welat TV: Îro hûn li gel nûnerên hejmarek partî û saziyên sivîl li Hewlêrê civiyan, civîn li ser çi bûn û te çawa nerxand?
**Bedir Camûs: Di destpêkê de, ez gelek kêfxweş im ku îro li Hewlêrê me, û kêfxweş im bi civînê li gel xelkê xwe yên Sûrî bi Kurd, Ereb û Siryanan ve di çarçoveya hevdîtinên şêwirmendî de yên Desteya Danûstandinê ji bo avakirina karê hevbeş di nava partî û komeleyên Sûrî de.
*Welat TV: Giftûgo li ser çi mijaran hatine kirin?
**Bedir Camûs: Giftûgo di çarçoveya doseya rewşa siyasî li Sûriyê her weha piroseya siyasî û ya danûstandinê de, hatin encam dan.
Di giftûgoyan de, mijara piroseya siyasî ya Sûrî û rola kesayetî û saziyên Sûrî tê de, hatin gengeşekirin.
Her weha me çawaniya bihêzkirina bereya xwe ya Sûrî ji bo bicîanîna biryarên navdewletî û parastina yekbûna Sûriyê, gengeşe kir.
*Beriya ku em behsa mijara danûstandinên bi Rêjîmê re bikin, agahiyên derbarê nakokiyan di nava Desteya Daûnstandinê de, ta çi radeyê rast in?
**Wek hemû saziyan, cudahî di nerînan de di nava Desteyê de hene, lê tevaya aliyên Desteyê li ser çareseria siyasî û rêkeftina Riyadê, li hev hev kiriye.
Rêkeftin di nav her heft pêkhateyên Desteyê (Hevpeymaniya Niştîmanî, Desteya Hevrêzkariyê ya Niştîmanî, Grûpên Leşkrî, Pilatforma Qahîra, Komela Serbixweyan, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Pilatforma Mosko), çêbûye.
*Pilatformên Mosko û Qahîre.. Nakokî tune ne?
**Pilatformên Mosko û Qahîre amade bûn, û em bi hev re hefteya bûrî li Cinêvê bûn, û di hemû civînan de beşdar in.
Lê belê, hinek nakokiyên navxweyî hene.
*Nakokî li ser çi ne.. Siyasî yan rêxistinî ne?
**Nakokî rêxistinî ne û ne siyasî ne. Çarçoveyên demokratî wek (dengdan, hilbijartin û pejrandina biryaran) di nav Desteya Danûstandinê de hene, û hinek alî karê demokratî qebûl nakin.Ango, eger ew alî biryaran ne pejrînin, dixwazin dengdan yan biryar raweste.Ev rê ne rast e, baweriya me bi demokratiyê heye û lihevhatin nerîneke giştî ye.
Lê tu alî nikare karê Desteyê asteng bike, (bi taybet di qonaxeke zehmet, aloz û dîmeneke siyasî ya zehmet de), da ku babetên rêxistinî yan şert û mercên xwe ferz bike.
*Babetên Rêxistinî yên ku nakokî li ser wan hene, çi ne?
**Weke hemû hevgirtinên siyasî, cudahî bi levakirinê ve girêdayî ye, lê lihevkirin ev e: “Eger rêjeya dengdanê li ser tiştekî ji 75% zêdetir be, dê bibe biryar”.
Lê ez tekez dikim ku amadenebûn ne ya pilatformekê ye, lê belê ya laşên siyasî, yan a kesên di hundirê pilatforman de ye, ku dixwazin nêrîna xwe li ser tevahiya Desteya Danûstandinê ferz bikin, û ev yek di rewşa lihevhatina di nava Desteyê de heyî, nayê qebûlkirin.
*Gelo Encûmena Niştîmanî ya Kurdî beşek e ji van nakokiyan?
**Na yekcar, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ji destpêka ku derbasî Desteya Danûstandê bûye, cihê rêzê ye, û tim hewl dide lihevhatinan di nav Desteyê de ava bike û daxwaza lihevkirin û piştevaniya biryarên di nava Desteyê de, dike.
*Gelo, Derfet ji bo firehkirina Desteya Danûstaninê heye?
**Gelekî bangeşe ji pirsa pêwîstiya Oposizyonê bi firehkirinê û zêdekirinê hate kirin, lê desteyek nayê avakirin ku 25 milyonên Sûrî werin anîn da ku tevlî bibin.
Gelek kongir hatin lidarxistin, ji damezrandina Encûmena Niştîmanî ya Sûrî ve, piştre berfirehkirina Itîlaf û Desteya Danûstaninê a yekem û duyem, lê bi vî awayî berdewam nabe. Desteya heyî ya herî mezin e li ser asta siyasî ya Sûrî.
Em nûneratiya xwe nakin, lê belê em nûneratiya nêrînên gelê Sûrî di encamdana çareseriyeke siyasî de dikin. Yê ku li pêşiya çareseriya siyasî dibe asteng, Rêjîm e, ji ber ew dizane ku her çareseriyeke siyasî li Sûriyê dê li ser hesabê wê be.
*Gelo, Derfet heye ku MSDê tevlî Desteya Danûstandinê bibe?
**Ev babet nayê gotûbêjkirin, ji ber ku di dawiyê de pêwîstiya biryara pêkhateyên di nava Desteyê de û berfirehkirina Desteyê, bi kongireke navdewletî heye. Deste di kongira Riyadê de hat çêkirin, û ta pêkhateyek lê zêde bibe pêwîstî bi lidarxistina kongireke nû heye.
Berî ku lihevkirineke navdewletî li ser zêdekirina aliyekî hebe, di destpêkê de pêwîstî bi lihevhatineke Sûrî heye.Em hemû dizanin ku nîşanên pirsyariyê li ser HSDê li ba Sûriyan hene, û ên li pişt wê û ên ku ew pê ve girêdayî, berguman in.
*Sûrî yan Turkiyê?
**Na Sûrî, Pêkhateyên Sûriyê.. Ne hemû endamên Desteya Danûstandinê Turk in yan nêzî Turkiyê ne.
Gelek hewl hatin dan -ji aliyê endamên Desteyê bi xwe jî- ku hevdîtin an pêywendî û danûstandin bi HSDê re bikin, ji wan Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, Desteya Hemahingî, pilatforma Mosko û endamên pilatforma Qahîra, û piraniya wan bi helwêsteke nerênî ji HSDê vegeriyan, ji ber ku HSDê sozên xwe bi cî neanîn.
Bandoreke mezin a PKKê di nav HSDê de heye, û riftarên xirab derbarê Sûriyan li bakurê rojhilatê Sûriyê hene, ji wan (leşkerkirina Zarokan û bêrêziya li beramber siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl).Hemû siyasetên HSDê xirab bûn, û sedemek bûn ku Sûrî berê xwe nedin wan.
*We behsa Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di nava Desteya Danûstandinê de kir, lê pêkhateyên din li Sûriyê hene, çima nûnerên wan di Desteyê de nînin?
**Nûneratî li ser bingeha kongira Riyadê hate kirin û bê guman pêkhate, partî û hevgirtinên ne di Desteya Danûstandinê de hene.Em nûneratiya armancên Şoreşa Sûrî û biryara 2254 dikin.
Ev jî derfetê dide hemû pêkhate û tevgerên siyasî da ku berev destûreke nû û hilbijartinên demokratî di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de biçin, û bi vê yekê her kes wê mafê xwe bistîne.
Di tevahiya cîhanê de, oposizyoneke yekgirtî ku nûneratiya tevaya milet bike, nîn e.Oposizyon ji destpêkê ve, li guhertina demokratî li Sûriyê bi rêya karê siyasî û biryarên navdewletî, digere.
Em li birina pişkekê ji Rêjîmê ku pêkhateyên mayî derveyî hevkêşeyê bimînin, nagerin lê belê em dixwazin hemû pêkhate mafên xwe di Sûriya pêşerojê de bistînin.
*Danûstandinên we bi Rêjîmê re gihiştin ku derê?
**Ji 2014an ve, Rêjîmê hemû hewlên danûstandinê û civînên navdewletî ji bo çareseriya siyasî, têk dan. Yan nayê, û eger neçarî hatinê bû, ji bo têkdanê tê.Rêjîm hîn di wê baweriyê de ye ku çareseriya leşkerî û ewlehî, ya herî baş e ji bo mana wê di desthilatê de, û hejariya miletê Sûrî û mirina wî di kampan de an li welatên penaberiyê û deryayan, jê re ne xem e. Xema vê Rêjîmê bi tenê çawaniya parastina kursiyê serokê Rêjîmê ye.
Di Dawiyê de, danûstandin ne bi tenê bi Rêjîmê re ne, danûstandinên me bi Netewên Yekgirtî, welat û pêkhateyên miletê Sûrî re hene, û em tekez dikin ku bê hebûna çareseriya siyasî, çareserî li Sûriyê peyda nabe û eger Rêjîm di vê siyaseta xwe de berdewam be, Sûriyê dê di gereke bê dawî de bimîne.
*Gelo nîşanên lidarxistina civînên çaverêkirî hene?
**Civînên me li New York û Cinêvê hebûn, û em hewl didin ku kongireke navdewletî derbarê Sûriyê de hebe.
*Li ku derê û kengî?
**Em hîn di çarçoveya pêwendiyê li gel welat û aliyên navdewletî yên bibandor de ne.
Em ji wan re dibêjin ku dever di metirsiyê de ye, gelek şer hene, dever berev gurkirinê diçe, û yê bihayê wan dide miletê Sûriyê ye. Em giringiyê didin hemû miletê Sûrî, çi li deverên opozisyonê be û çi jî li yên Rêjîmê. Ew xelk dimrin, û Rêjîm berê ciwanan dide mirinê, bi tenê ji bo parastina kursiyê xwe.
Em hewl didin, Sûriyê ji hemû Sûriyan re be, û dixwazin hemû Sûriyan biparêzin, û hemû li ser xaka bimînin û koçber nebin û neçin welatên penaberiyê û nemînin di kampan de.
*Hûn nabînin ku civaka navdewletî naxwaze pirsgirêka Sûrî çareser bike?
**Bi dîtina min, xwendin ne bi vî rengî ye, ji ber ku civaka navdewletî guhdaneke mezin dida pirsa Sûriyê, lê her tim di civaka navdewletî de dozeke giring û yeke giringtir heye.
Welat li girîngiya doseyan dinêrin, û eger nikaribin dosyekê çareser bikin, diçin dosyayeke din. Hebûna hejmarek hêz û welat li ser xaka Sûriyê, çareserkirina pirsa Sûriyê zehmet kir.
*Sîstema Hikumraniyê ya ku hûn di Sûriya pêşerojê de dixwazin, çi ye?
**Dîtineke me ya zelal heye, em dewleteke demokratî û sivîl weke di biryara navdewletî de heyî, beşdarbûna Sûriyan di danîna girêbesteke civakî ya nû de, beşdarbûna Sûriyan di avakirina pêşeroja Sûriyê de, dixwazin.
Destûr tiştekî sereke ye ku em di Desteyê de kar li ser dikin, her weha hebûna desteyeke demkî ya hikumraniyê, ji ber ku bi nebûna jîngeheke ewleh rapirsî ne pêkan e.
*Hûn Fedraliyê qebûl dikin?
**Ev pirs ne ji min re ye, divê arasteyî pêkhateyan were kirin.
*Tu weke Serokê Desteya Danûstandinê?
**Ez nûneratiya Desteya Danûstandinê û pêşniyarên wê dikim, ev babet li ser masê ye û di nav dosyeyan de tê gengeşekirin
Hin alî hene qebûl dikin, û hin dixwazin, û hin alî jî qebûl nakin.
Di dawiyê de, ev danûstandin di navbera miletê Sûrî de ye, û divê ew di navbera xwe de danûstandinan bikin ji bo avakirina sîstema li gor xwesteka xwe, ku baştirîn bijarde dide hemû miletê Sûrî da ku welatê xwe bi awayekî rast bi rêv e bibin.
*Helêwsta Dr. Bedir Camûs weke kesayetî çi ye?
**Helwêsta min a kesayetî tune ye, ji ber ku ez bi navê saziya ku nûneratiya wê dikim diaxivim, nêrînên xwe yên taybet di çarçoveya civînên Desteya Danûstandinê de giftûgo dikim, lê dema ku lihevkirin di civînekê de li ser biryarekê çêdibe, ew dibe biryara min.
Gelek mijar di Desteyê de tên gengeşekirin, û rêkeftin jî li ser hejmarek mijaran çêbûye, ji wan “navê dewletê, ola serokê dewletê, fedralî û nenavendiya siyasî”. Ev hemû mijar di nava Desteyê de tên gengeşekirin, û rêkeftin di nava pêkhateyan de li ser hin mijarnan çêbûye, ev yek tendurist e û beriya 2011 me weke Sûrî nikarîbû di navbera xwe de li ser biaxivin.
*Te amamje bi mijara navê dewletê kir, Rêjîm her dem tekeziyê li sre Erebûna Sûriyê dike, tu vê yeke çawa dibînî?
**Ev mijar yek ji 10 mijaran e ku ta niha di nava Desteyê de tên gotûbêjkirin da ku pêkhate li hev bikin û berev destûreke nû di nav de navê dewletê jî, biçin.
Hejmarek alî dibêjin ku mijara guhertina navê dewletê divê bi tenê ji mafê perlemana nû be, yan bi rapirsîneke giştî ji miletê Sûriyê were çareserkirin.
Lê alîne din di serî de Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê dibîne ku ev yek dê bi rêye rêkeftin û lihevkirinên siyasî çareser bibe.
Danûstandin di nava Desteyê de berdewam in ji bo pêkanîna lihevkirinan, û her welatiyekî Sûrî ji her pêkhateyekê mafê xwe bi dest bixe, û Sûriyê weke welat ji xwe re bibîne, û beşdariyê di avakirina wî de bike.
*Gelek binpêkirin li Efrîn û Serê Kaniyê tên encamdan, tu çawa dinerxîne?
**Binpêkirin ne li Efrîn û Serê Kaniyê dest pê bûne û ne li wir bi dawî dibin, ji ber nebûna hukumranî, navendî, dadwerî û hikûmeteke bihêz her weha nebûa çareseriyeke siyasî, mixabin ev kirîz dê berdewam bin.
Em binpêkirinan li Efrîn û Serê Kaniyê û deverên din şermezar dikin. Em bi tenê balê nakişînin li ser deverên Kurdî, ji ber ku bipêkirin li Izazê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê her weha ji aliyê Rêjîmê ve jî hene. Bi nebûna çareseriyeke siyasî, ev binpêkirin dê berdewam bin.
Itîlaf û Hikûmeta Demkî bi cidî kar li ser bicîkirina yasayan û sizadana encamderên binpêkirinan dikin, niha bi sedan doz li ser encamderên binpêkirinan li Izazê û ji bilî wê jî hene.
Binpêkirin bi giştî cihê şermezariyê ne, û me şoreş li dar nexstiye da ku binpêkirin werin encam dan, lê di rastiyê de gelek ji agahiyên ku li ser bipêkirinanan tên belavkirin -ez bi xwe derbasî çend mijaran bûme- derdikevin nerast û bi tenê ji bo ragihandinê ne. Rast e binpêkirin hene, lê gelek ji agahiyan nerast in.Derbarê dozên rewa, encamder hatin derkirin, zindankirin û sizadan.
Em weke Desteya Danûstasndinê binpêkirinan di dermafê xelk û miletê xwe de red dikin, û em ê li korbendên navdeletî berevaniyê di ber wan de bikin û li pêş her kesê ku destdirêjiyê li welatiyekî Sûrî bike, -li deverê me, yên deverên Rêjîmê û yên HSD jî-, rawestin. Em derneketine şoerşê da ku binpêkirin werin encam dan
*Helwêsta we ji tiştên ku li Libnan û Felestînê çêdibin çiye?
**Em zarokên şoreşekê ne û daxwaza mafên mirovan û jiyaneke birûmet dikin. Ji ber vê yekê em li dijî kuştina sivîlan li her deverekê ne û em li dijî encamdana operasiyonan li ser sivîlan in.
Lê di derbarê encamdana operasiyonan li dijî milîsan, ew milîs baca binpêkirinên xwe yên li dijî Sûriyan, didin.
Tiştê ku çêdibe deverê dixe rewşeke awarte de, Rêjîmê milîs anîn nav xaka Sûriyê û niha kiriye qada şerekî berfireh, û miletê Sûriyê dê baca wî bidin.
Pirsgirêka Felestînê dadmend e, miletekî ku ji sala 1948an ve berevaniyê di ber xaka xwe de dike, û divê dewleta wî hebe, ji ber vê yekê em piştevaniya avakirina 2 dewltan dikin.
*Hûn bi nûnerên gelek welatan re ji bo doseya penaberan civiyane, we çi ji penaberan re pêşkêş kiriye?
**Belê, civîna me ya dawî li Cinêvê bû, em ji civaka navdewletî dixwazin ku penaberan biparêzin, niha bi sedên hezaran penaber neçar dibin ji ber şer ji Libnanê vegerine Sûriyê, metirsiyên mezin li ser jiyan û ewlehiya wan hene, û raportên navdewletî jî tekez dikin ku hejmarek ji wan rastî girtin û binçavkirinê tên.
Me daxwaza piştgiriyeke mirovî ji penaberan re, her weha damezrandina komîteyeke navdewletî ji bo çavdêrî û parastina penaberan, kir.
*Bêtirî 250 hezar penaberên Kurd ên Sûrî li Herêma Kurdistanê dimînin, û dibêjin ku we ew paşguh kirine, tu vê yeke çawa dibîne?
**Gotina wan heta radeyekê rast e, lê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê û Rêxistina Asûrî hene, herdu ji pêkhateyên Desteyê ne û li Herêma Kurdistanê dimînin.
*We 160 hevdîtin bi nûnerên miletê Sûriyê re li dar xistine, di nerîna te de bi tenê hatina we bes e?
**Hewlêr yek ji bajarên ku me hilbijartibûn ji bo lidarxistina hevdîtinan, û hejmarek hevdîtin berya niha di rêya Online her weha li ser zemînê jî hatine encamdan, û biryar bû di meha 5an de em van hevdîtinan li dax bixin, lê ji ber rewşa amadekirinê ji bo dengdanê, hevdîtin hatin dûrxistin.
Va em îro li Hewlêrê ne, û ev ne cara yekê ye û dê ne cara dawiyê jî be.
2 endamên Desteya Danûstandinê li Hewlêrê dimînin, û em hewil didin ku di rêya wan re hevdîtinên bêtir li gel hemû Sûriyên ku li Hewlêrê dimînin ji hemû pêkhateyan ne bi tenê Kurd, encam bidin û dengê wan bighînin.
*Hûn wek Desteya Danûstandinê dibêjin ku hûn nûnertiya hemû pêkhateyan dikin, tu wek serokê Desteyê fêrî tiştekî bi zimanê kurdî bûyî?
**Ez fêrî hejmarek gotin bû me, wek “êvarbaş û tu çawa yî”. Dema ku em bi hev re rûdinin em hejmarek gotin bi kar tînin, lê ji ber geştkirina me ya herdemî, em derfetê ji bo fêrbûna zimanekî nû nabînin.
Lê em her dem fêrî gotinên nû ji bira û hevalên xwe yên Kurd dibin û ev erk e li ser me ji ber ku xwena me di Sûriyaya nû de hebûna Zimanên Erebî û Kurdî ye, û her pêkhateyek çand û zimanê xwe biparêze. Ev yek di belgeyên me yên opozisyonê de heye ku zimanê her pêkhateyekê zimanê fremî yê duyem be di devera wê de, û em ê di ber vê yekê de xebatê bikin.