Nesîr Zade: Îran amade ye her piştevaniyekê pêşkêşî Sûriyê bike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Ezîz Nesîr Zade da zanîn ku ew amade ne her piştevaniyekê pêşkêşî Rêjîma Sûrî bikin.
Nesîr Zade ev yek îro di serdana xwe de li gel şandeke ewlehî bo Şama paytexta Sûriyê ragihand, ku tê de li gel berpirsên leşkerî yên Rêjîmê civiya.
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê got ku wî hejmarek mijarên hevbeş di warên ewlehî û berevaniyê de li gel berpirsên Rêjîmê, gotûbêj kirin.
Ezîz Nesîr Zade diyar kir ku ew li ser fermana Rêberê Bilind yê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xaminî, amade ne her piştevaniyekê pêşkêşî Rêjîma Sûrî bikin.
Roja Pêncşemê jî Elî Larîcanî mezinê Şêwermendên Xaminî li gel serokê Rêjîma Sûrî civiya û tekezî li ser piştevaniya Îranê ji bo Rêjîmê kir.
Ev serdan di demekê de ne, ku Israîlê êrîşên xwe li dijî baregehên milîsên Îranê û "Hizbulah" a Libnanî li Sûriyê zêde kirine.