Fîdan û Eraqcî pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin

Fîdan û Eraqcî pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî îro gihişt Enqerê û li gel Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gorî Ajansa Anadol ya Turkî, Fîdan daye zanîn: "pirsgirêkên ku ev 13 sal in çareser nebûne, paşguhkirina daxwazên rewa yên Opozisyonê, nebeşdariya cidî ya Rêjîmê di proseya siyasî de û êrîşên wê yên berfireh li dijî sivîlan di dema dawiyê de, sedemên şerê li Sûriyê ne".

Fîdan got ku "Turkiyê hişyarî ji vê yekê dabû û pêşhateyên dawiyê careke din diyar dikin ku divê Rêjîm bighe lihevkirinekê bi gel û Opozisyona Sûrî re".

Li gorî Ajansa Tasnim ya Îranê, Eraqcî daye zanîn ku "destwerdanên derve sedemên pirsgirêkan in li deverê û vegera gerûpên terorî metirsiyê li ewlehiya Sûriyê dirust dike û dê bandorê li welatên cîran jî bike".

Ebas Eraqcî got jî ku "Emerîka û Israîlê piştevaniya van grûpên terorî dikin û em ê di piştevaniya hikûmeta Sûrî de berdewam bin".

►Her weha bixwîne: Esed: Pêşhateyên li Sûriyê hewleke ji bo parçekirina deverê