Efrîn.. ENKSê alîkariyan pêşkêşî koçberên vegeriyayî dike

Efrîn.. ENKSê alîkariyan pêşkêşî koçberên vegeriyayî dike

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê pêşwaziya koçberên ku vedigerin Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û alîkarî pêşkêşî wan kirin.

Îro encûmena xwecihî ya ENKSê alîkariyên xwarinê pêşkêşî bi dehan malbatên koçber ên ku vegeriyayî Efrînê li gundê Bênê kirin.

Serokê xwecihiya ENKSê Ehmed Hesen ji Welat TV re got ku ew bi vê gavê rabûn ji ber ku pêwîstiya xelkê bi alîkariyan heye û erk e li ser encûmenê ku li kêlek xelkê xwe di van rewşên zehmet de raweste.

Ev 3 roj in bi sedan malbat ji koçberkiriyên Efrînê yên li Şehbayê vegeriyane warê xwe û ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ENKSê ve tên pêşwazîkirin.

►Her weha bixwîne: Bi sedan malbat vedigerin Efrînê