Koçberkiriyên Efrînê vedigerin warê xwe.. Rewşa wan çawa ye?
Welat TV - Hewlêr
Bi sedan malbat ji koçberkiriyên Efrînê yên li Şehbayê di sê rojên bûrî de vegeriyan warê xwe û hîn jî veger berdewam e.
Malbatên ku vedigerin ji aliyê kesûkarên xwe ve tên pêşwazîkirin û alîkariya wan ji aliyê ENKSê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û rêxistinên mirovî ve, tê kirin.
*Astengî tune ne
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Horo Osman ji Welat TV re da zanîn ku ew otombîlan berev devera Şebayê dişînin da ku koçberkiriyan bo warê wan veguhêzin.
Horo Osman got jî, îro derdora 500 malbatî vegeriyane Efrînê û kesên ku vedigerin rastî astengiyan nên.
*"Rêveveriya Xweser" rê nade me
Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji yekem roj ve pêşwaziya xelkê dikin û alîkariyan pêşkêş dikin, di vê derbarê de, Berpirsê Doseya Efrînê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de Rewac Hacî ji Welat TV re tekez kir ku ew ê di pêkêşkirina alîkariyan de berdewam bin û hêvî dikin ku alîkariya taxên Kurdan li Helebê jî bikin.
Rewac Hacî got ku ew amade ne ji bo alîkariya koçberkiriyan li Tebqayê lê ”Rêveberiya Xweser” a PYDê rê nade wan.
Vegera koçberkiriyan bo warê xwe li Efrînê berdewam e, li gorî çavdêran bi tenê veger rewşa koçberkiriyan çareser dike.
►Her weha bixwîne: PDK-S: 30 hezar kes ji koçberkiriyên Efrînê vegeriyan warê xwe