Encûmena Êzidiyên Sûriyê bo Kurdên Efrînê: Vegerin warê xwe
Welat TV – Hewlêr
Encûmena Êzidiyên Sûriyê bang li Kurdên Efrînê kir ku vegerin warê xwe û tekez kir, vegera her welatiyekî Efrînê, xelekekê ji xelekên guhartina demografî, dişkîne.
Encûmena Êzidiyên Sûriyê di daxuyaniyekê de di bin navnîşana bangeke bilez ji bo birayên me li Şehba, Şêx Meqsûd û Eşerefiyê de, got, rêya vegerê bo Efrînê vebûye, û rojane bi sedan malbat û dehên karwanan bi awayekî ewleh digihin Efrînê.
"Rêxistin alîkariyan didin"
Daxuyaniyê diyar kir, Rêxistinên xêrxwazî û mirovî û di serî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi erkê xwe yê mirovî radibin û xizmetguzariyan pêşkêş dikin.
"Biyabana Reqa û Tebqa red bikin"
Encûmena Êzidiyên Sûriyê got jî, em bang li xelkê xwe yê ku li Şehbayê û derdora wê mayî dikin ku koçberkirinê ber bi kapmên li biyabana Reqa, Tebqa û Dêra Zorê her weha deverên Cizîrê ve jî, red bikin.
Banga vegerê
Encûmenê diyar kir, baştirîn û rastirîn bijarde ew e ku berê xwe bidin Efrînê, û tekez kir, vegera her welatiyekî Efrînê, xelekekê ji xelekên guhartina demografî ya ku ji sala 2014an ve destpêkiriye, dişkîne.
Spasname
Encûmena Êzidiyên Sûriyê spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî i Sûriyê û her rêxistinekê kir ku alîkariyan didin malbatên vegeriyayî.