Qamişlo.. Koçberkiryên Efrînê di rewşeke zehmet de ne
Welat TV - Hewlêr
Piştî çend rojan ji derketina wan ji deveran Şehbayê, hin koçberkiriyên Efrînê gihiştine bajarê Qamişlo û zarok û kesên bitemên di sermê de, li ser rêyan mane.
Kesên ku gihiştine Qamişlo di rewşeke xerab de dimînin û hêvî dikin ku çareseriyek ji wan re were dîtin.
*Cihê me li Efrînê ye
Koçberekiriyek ji Welat TV re dibêje: “Cihê me li Efrînê ye, em ne hejar in, dar û mal û milkên hene, em dixwazin vegerin warê xwe, bavê min ê 90 salî dixwaze vegere mala xwe û jiyana xwe li wir berdewam bike ne li cihekî din”.
Jineke bitemen jî, ku matmayî maye, dibêje: “Xwedê ji kesên ku em kirin vê rewşê nerazî be”.
Koçberkiriyên Efrînê yên ku berev Rohilatê Feratê tên veguhestin di rewşeke zehmet de ne, hêviya wan ew e ku careke din vegerin warê xwe û êdî koçberkirin bidawî were.