Analîna Bîrbûk: Kobanî sembola wêrekiya Kurdan e li dijî DAIŞê

Analîna Bîrbûk: Kobanî sembola wêrekiya Kurdan e li dijî DAIŞê

Welat TV - Hewlêr

Wezîra Derve ya Elmanî Analîna Bîrbûk da zanîn ku Kobanî sembola wêrekiya Kurdan e li dijî rêxistina DAIŞ a terorîst.

Îro Bîrbûk li ser tora ”X” got ku Kobanî sembola wêrekiya Kurdan e li dijî DAIŞê û divê êdî xwîna xelkê li Sûriyê piştî 14 salan ji şer neyê rijandin.

Wezîra Derve ya Elmaniya da zanîn jî ku divê Turkiyê bi berpirsyaretiya xwe di parastina yekîtiya Sûriyê û aştiyê wê de rabe.

Ev daxuyanî piştî zêdebûna girjiyan din navbera HSDê û grûpên çekdar ên artêşa niştîmanî li sînorê bajarê Kobaniyê tê.