48 malbatên Kurd vegeriyan gundê Beradê yê Efrînê "Tenê 3 malbat mabûn"

48 malbatên Kurd vegeriyan gundê Beradê yê Efrînê
Gundê Beradê - Efrîn

Welat TV – Hewlêr

Li gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bi dehan malbatên Kurd vegeriyan malên xwe.

Jêderekê ji gund îro 28ê Berçileya 2024an ji Welat TV re got, ji dema ketina Esed ve û vekirina rêya Heleb û Efrînê, 48 malbatên Kurd vegeriyan gundê Beradê.

3 malbat di gund de mabûn

Jêderê da zanîn, berê bi tenê 3 malbatên Kurd di gund de mabûn û ji ber şer ji gund derketibûn û koçber bibûn.

40 malbatên Ereb ji Raco derketin

Ji aliyê xwe ve, jêderekê ji Encûmena Xwecihî ya navçeya Raco ji Welat TV re got, 40 malbatên Ereb duh ji navçeyê derketin û berê xwe dan warê xwe.

Rojane Ereb derdikevin

Jêderê tekez kir, ku rojane bi dehan malbat ji navçeya Raco derdikevin û berê xwe didin gund û bajarên xwe.

7 malbat ji gundekî derketine

Li gundê Meydan Ekbes jî duh 7 malbatên Ereb ku ji şêniyên parêzgeha Himsê ne derketin û vegeriyan Himsê.

2500 malbat vegeriyane

Ehmed Hesen serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di 14 vê mehê ji Welat TV re gotibû , zêdetirî 2500 malbat ji Şehba, Tebqa, Reqa û deverên din ên ku koçberkiriyên Efrînê lê dimînin vegeriyane Efrînê.