Turkiyê: Operasyonên me li Sûriyê berdewam dikin
Welat TV - Hewlêr
Turkiyê dibêje ku bendava tişrînê hêla berevaniyê ya dawiyê ye ji HSDê re, û operasyonên wê li Rojavayê kurdistan û sûriyê dê berdewam bin ta armancên wan bi cî werin.
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê îro da zanîn: ”Em rijd in rê li ber PKKê bigirin ku aramiya deverê têk bide, û pawenkariya jêrxaneyên stratejîk ji bo vê yekê dike”.
Berevaniya Turkiyê got jî ku Bendava Tişrînê hêla bervaniyê ya dawiyê ji HSDê re û şandina grûpên sivîl bo wê deverê binpêkirin e ji mafên mirovan re: ”HSDê sivîlan wekû mertal bi kar tîne”.
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê diyar kir ku ew ê di operasiyonên xwe de li Sûriyê berdewam bin ta çekdar dest ji çekên xwe berdidin.
►Her weha bixwîne: Turkiyê hejmarek xal li gundewarê Kobaniyê topbaran kirin