Termê serkirdeyê ENKSê Ismaîl Fetah li bajarokê Tirbespiyê hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Termê Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Îsmaîl Fetah li nêzîkî bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hat dîtin.
Jêderekê ji malbata Îsmaîl Fetah ji Welat TV re got ku Hêzên Ewlekariyê yên "Rêveberiya Xweser" ya PYDê ji wan re gotiye ku şeva borî wan termê Ismaîl Fetah li nêzîkî gundê Taş yê başûrê Tirbespiyê dîtiye û biriye nexweşxaneya Qamişlo, ji wir jî bi malbatê re axivîne û malbatê cenaze wergirtiye.
Jêderê got jî: "Cihê lêdanên kêran li ser laşê Ismaîl Fetah heye".
Ji aliyekê din ve, jêderekê ji Xwecihiya Çil Axa ya ENKSê ji Welat TV re got: "Ismaîl Fetah roja pêncşema borî dema ku ji bajarokê Çil Axa diçû Qamişlo hatibû revandin".
Ismaîl Fetah endamê xwecihiya Çil Axa û Emîndariya Giştî ya ENKSê bû, bavê 2 kur û 5 keçan bû.