11 malbatên Kurd vegeriyan gundê Omer Simo yê Efrînê

11 malbatên Kurd vegeriyan gundê Omer Simo yê Efrînê

Welat TV - Hewlêr

Ji dema ketina Esed ve, 11 malbatên Kurd vegeriyane gundê Omer Simo yê navçeya Şer a herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Jêderên xwecihî ji gund ji Welat TV re gotin, 11 malbatên Kurd ji Helebê û Şehbayê vegeriyane gundê xwe di heman demê de malbatên Ereb derdikevin û vedigerin malên xwe.

8 malbatên Ereb derketine

Jêderan got ku 8 malbatên Erebên hawirde vegeriyane bajarên xwe. Li gorî agahiyên bi destê Welat TV ketin, kampa Avrazê ku bi hezaran malbatên Ereb tê de bûn, niha ji sedî 75 vala bûye û piraniya malbatan vegeriyane gund û bajarên xwe.

5000 malbat vegeriyane

Serkirdeyê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Horo Osman di daxuyaniyeke de 15 Çileyê ji Welat TV dabû zanîn ku piştî hilweşandina rêjîma Esed û zêdetirî 5000 malbatî vegeriyane cih û warên xwe li Efrînê.

Her weha bixwîne.. Efrîn.. Li gundê Dîkê ji 130 malî tenê 20 malbatên Ereb mane