ENKS kuştina endamekî xwe bi tundî şermezar dike: "HSD berpirs e"
Welat TV – Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, daxuyaniyek li ser kuştina Ismaîl Fetah belav kir.
*Naverok
ENKS, got, di 16 mehê de malbata Ismaîl Fetah ragihand ku li devera Çil Axa ya Dêrikê wenda bûye, piştî lêpirsînê diyar bû ku li ba Rêveberiya PYDê girtî ye, malbata wî û şêniyên deverê bi nûçeya dîtina termê Ismaîl li gundewarê Tirbespiyê şeva 19 mehê matmayî man ku ji aliyê heman hêzên ewlekariyê ve hat ragihandin.
*Şermezarkirin
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, ENKS kuştina Ismaîl Fetah endamê Emîndariya Giştî bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbat, kesûkarên wî û endamên xwe re xwest.
*"Dem hestiyar e û bandorê li yekrêziyê dike"
ENKS got jî Kiryarên weha û kuştina xebatkar Ismaîl ê ku bi dilsozî xizmeta gelê xwe kiriye, bi van demên hestiyar de hewlên avakirina baweriyê û yekrêziya Kurdî ji nav dibin.
*"HSD û Hêzên ewlekariyê berpirs in"
ENKS, HSD û hêzên ewlekariyê yên bi ser PYDê ve berpirs dît û daxwza diyarkirina hûrguliyên tawanê ji raya giştî re û dadgehkirin û sizakirina tawanbaran kir.