Asayîşa "Rêveberiya Xweser" a PYD daxuyaniyek li ser kuştina Ismaîl Fetah belav kir
Welat TV - Hewlêr
Asayîşa "Rêveberiya Xweser" a PYD îro 26ê Çileya 2025an ragihand, kesên tawanbar ên ku Ismaîl Fetah Endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê kuştiye, girtine.
Asayîşê di daxuyaniyekê de got ku piştî lêkolînan û dîtina belgeyan, wan nasnameya kesên tometbar destnîşan kir û ew girt.
Asayîşê got jî, ku wan tometbaran danpêdan bi tawana kuştina Ismaîl Fetah kiriye.
Her li gorî wê daxuyaniyê, di rojên bê de ew ê hurgiliyên tawanê û sedemên wê bo rêya ragihandinê werin eşkerekirin.
Şeva 19 vê Çileyê, termê Ismaîl Fetah endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê li nêzîkî bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû dîtin.
Daxuyaniya ENKSê
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyekê de kuştina Ismaîl Fetah bi tundî şermezar kir. Got jî ku ew "HSD û hêzên ewlekariyê yên bi ser PYDê ve berpirs dibînin" û daxwza diyarkirina hûrgiliyên tawanê ji raya giştî re û dadgehkirin û sizakirina tawanbaran kir.