Turkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kir û UNê hişyarî da

Turkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kir û UNê hişyarî da

Welat TV - Hewlêr

Turkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kir û grûpên çekdar ên bi navê “Artêşa Niştîmanî” gundewarên Grê Spî û Til Temir topbaran kirin.

Îro balafirên şer ên Turkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kir, bê ku tu zaniyarî derbarê ziyanên de hebin.

Her weha grûpên “Artêşa Niştîmanî” yên bi ser Turkiyê ve, gundê Kopirlik li Girê Spî û gundên Um El-Kêf û Gozeliyê nêzîkî rêya M4 li gundewarê Til Temirê topbaran kirin û ziyanên madî hatin tomarkirin.

Duh jî, droneke Turkiyê malek li bajarê Kobaniyê bombebaran kir, di encamê de, 2 kesan canên xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.

Di vê derbarê de, Netewyên Yekgirtî hişyarî ji berdewamiya şerê li bendava Tişrînê da û got ku ew şer bûye sedema bêparbûna 410 hezar kesî ji av û elekitrîkê li Kobanî û Minbicê.

►Her weha bixwîne: HSD: Di mehekê de bêtirî 300 sivîlî bûne qurbaniyên bombebaranên Turkiyê