Rêjîma Sûriyê çend gund li Heleb û Idlibê topbaran kirin
Welat TV – Hewlêr
Rêjîma Sûriyê şeva borî 30 Berçileya 2023yan, hejmarek bajar û gund li parêzgeha Idlibê li Bakurê Sûriyê topbaran kirin.
Kenala Heleb Elyewm, ragihand: Rêjîma Sûriyê gundê Afis, Sermîn, Neyreb, Meirbelît, Elcîna û Meret Eliya li Rojhilê Idlibê topbaran kirin, ziyanên canî û madî ketin.
Kenalê got jî: Li gundewarê Helebê, rêjîmê bajarokê Etarib û Daret Izê, topbaran kirin, di encamê de zarokekî kur birîndar bû.
Beriya 5 rojan, rêjîma Sûriyê bi alîkariya balafirên Rûsiyê komkujiyek li parêzgeha Idlibê pêk anîbû, 5 sivîl ji yek malbatê jiyana xwe ji dest danbûn.