Welatiyên Şamê ji ber kirîza elekitrîkê dinalin
Welat TV - Hewlêr
Welatiyên bajarê Şam paytexta Sûriyê ji ber kirîza elekitrîkê dinalin û rewşa jêrxaneya elekitrîkê xirab e.
Rêveberê Giştî yê Kompaniya Elekitrîkê li Şamê da zanîn ku jêrxaneya elekitrîkê li bajêr di rewşeke xirab de ye û nikare pêwîstiya xelkê ji elekitrîkê peyda bike.
Mehmûd diyar kir ku rewşa jêrxaneya elekitrîkê bi derdora 40 - 50% tê nirxandin, ji ber ku Rêjîma Esed torên elekitrîkê ji sala 2005an ve neguhertiye.
Li gorî Mehmûd, pêwîstiya Şamê bi derdora 900 – 1300 Mêga Wat heye, lê bi tenê 150 – 250 Mêga Wat ji elekitrîkê dighin bajêr, ev yek jî dibe sedema birîna elekitrîkê bi demjimêrên dirêj.
Ji bilî elekitrîkê, rewşa xizmetguzarî bi awayekî giştî li bajarê Şamê û parêzgehên din ên Sûriyê xirab e û welatî di rewşên dijwar de dijîn.
►Her weha bixwîne: Ewropa 235 Milyon Euro pêşkêşî Sûriyê dikin