Balafirên Israîlî milîsên Iranî li Helebê armanc kirin
Welat TV – Hewlêr
Wezareta Berevaniyê ya rêjîma Sûriyê roja 30 Berçileya 2023yan, ragihand ku balafirên Israîlî hin xal li başûrê bajarê Helebê armanc kirin.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Berevaniyê got: Balafirên Israîlî ji aliyê parêzgeha Lazqiyê ve êrîşên esmanî li ser hin xalên Başûrê Helebê encam dan, di encamê de hin ziyanên madî hatin tomarkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir: Êrîş, milîsên Iranî li nêzîkî balafirxaneya Neyreb a leşkerî armanc kiriye, kesek hatiye kuştin û 7 kesên din birîndar in.
Şeva 28ê Berçileyê, balafirên Israîlî hejmarek baregeh li gundewarê Şama paytexta Sûriyê û Siwêdayê bombebaran kirin.
Ajansa Sana ya rêjîma Sûriyê nûçe piştrast kir û li ser zarê jêdereke leşkerî ragihand: Israîlê ji rexê Colanê ve demjimêr 11:05 xulekan hin baregehên li Bakurê Sûriyê armanc kirin.
Li gorî Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan, ji destpêka 2023yan ve, Israîlê 67 caran Sûriya armanc kiriye, jê 46 êrîş esmanî bûn û 21 jî bejayî bûn. Di encamê de, derdora 132 baregehên leşkerî û embarên çekan ji nav birine.